Nûnerê Bajarê Çewlîgê yê Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) Ayetûllah Keskîn got ku Çewlîg li ser nuqteya gihîştina hev a xetên Anatolî ya Bakur û Anatolî ya Rojhilat e û gelekî gengaz e ku di asta navîn û mezin de erdhej lê biqewime.
Keskîn destnîşan kir ku li hin taxan xebatên nûkirinê hatine kirin, lê li tevahiya bajar ev xebat qels in.
Keskîn diyar kir ku di qadên lojîstîk, stargeh, tendirustî û ragihandinê de planeke wan a afetê ya koordîneyî hîn nîne.
Ayetûllah Keskîn anî ziman ku lêgerînên madenê yên salên dawî zêde bûn, bi projeyên HES û GES'ê re birîna daran bandoreke neyînî li stabîlîteya zemînê dike û hişyarî da ku ev rewş dikare piştî erdhejê rîska afeteke duyemîn bi xwe re bîne.