Ahmet Turk, di rûniştina "Civakîbûna Demokrasî û Aştiyê" de çîroka xwe ya kesayetî û cewhera pirsgirêka Kurd rave kir.
Turk anî ziman ku baweriya wan bi çareserkirina pirsgirêkan bi rêbazên demokratîk heye û wiha got:
"Em naxwazin vê baweriyê winda bikin."
Ahmet turk: Niha ew dipirsin kurd çi dixwazin?
Ahmet Turk bal kişand ser şaredarî ji bo sê sedeman di bin qeyûmê de ye û wiha domad:
"Niha ew dipirsin, 'Kurd çi dixwazin?'
Ez dixwazim ji xwe mînakekê bidim.
Pirsgirêka Kurd ez im.
Ez zarokê malbatekê me ku li Kurdistanê xwediyê zeviyek mezin e, lê ne nasnameyek min heye, ne jî zimanek min, gelê min nayê hesibandin wekî netew.
Ev pirsgirêka Kurd e.
Pirsgirêka Kurd li vir e."