Konferansa `di Sedsala 2`yemîn de Veguherîna Demokratîk a Komarê` ya li Stenbolê piştî du rojan bi dawî bû.
Di encamanemyê de hat diyarkirin ku her cûre zextên li ser demokrasiyê, Tirkiyê ber bi xitmiyeke kûrtir ve dibe.
Di encamanemyê de hat eşkerekirin ku konfransê bal kişandiye ser derfeteke dîrokî ya girîng û wiha hate gotin:
Di serdemeke wiha de, divê rêziknameyên ku wê aştî û azadiyan bixin bin garantiya saziyan bêyî derengketinê bikevin rojevê.
Di heman demê de divê zextên heyî di zûtirîn dem de bi dawî bibin.
Her wiha pêwîste ku dewlet li ser bingeha hiqûq, azadî û hemwelatiya wekhev gavan bavêje.
Dawiya encamnameya Konferansê wiha ye:
Ji her demê zêdetir pêwistî bi vîneke siyasî û civakî ya damezrîner heye.
Em Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê ne wekî encamek, lê wekî destpêka nû ya lêgerîneke demokrasiyê, raman û pêvajoya têkoşîna hevpar dibînin.
Ji ber vê yekê em bang li hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyê û hemû beşên civakê dikin ku bibin kirdeyên veguherîna demokratîk.