Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser Truth Social di derbarê êrîşên Îsraîlê li ser Başûrê Beyrûtê ve wiha got:
"Êrîşa îro sibê ya li ser Beyrûtê diviya neqewimiya.
Nemaze di rojek ewqas girîng de ku em ewqas nêzîkî rêkeftineke aştiyê bi Îranê re ne."
Her wiha Donald Trump ev yek da zanîn:
"Mafê Îsraîl heye ku xwe li hember gefan biparêze lê êrîşa ku wê bersiv dida pir sînordar û bêwate bû.
Di encamê de kes birîndar nebû, an jî nehat kuştin û divê ew vê operasyona girîng asteng neke."
Trump wiha domand: "Em pir nêzîkî rêkeftinekê ne ku dê aştiyê bîne herêmê, tevî Libnanê û divê hemû alî paşve gav bavêjin."
Serokê Amerîkayê da zanîn ku divê êdî Îsraîlê êrîşî ti deverek Libnanê neke û divê êdî ti aliyekî din, tevî Hizbullahê jî êrîşî Îsraîlê neke."
Trump got: "Ev dikare bibe destpêka aştiyek dirêj û xweşik ji ber vê yekê wê xera nekin!"
Axios: Îsraîlê berî êrîşî Beyrûtê bike amerîka agahdar kiribû
Beriya wê Axios ragihand ku artêşa Îsraîlê berî ku êrîşî taxên başûrê Beyrûtê bike, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê agahdar kiriye.
Di demekê de ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Îsraîl Katz tekez kirin ku êrîşên Hizbullahê nayên tehemûlkirin.
Artêşa Îsraîlê êrîşî taxên başûrê Beyrûtê kir.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de got: "Berî demekê, me êrîşî binesaziya terorîst a Hizbullahê li taxên başûrê Beyrûtê kir."
Rayedarên Îsraîlê ev êrîş wekî bersiva li ser êrîşên Hizbullahê bi nav kirin.
Her wiha Artêşê diyar kir ku sê dronên ku guman dikin ji aliyê Hizbullahê ve di operasyonên cuda de ketine qada hewayî ya Îsraîlê ku du ji wan li bakurê Îsraîlê bêyî ku birîndar bibin hatin xistin.