Axios: Trump hevalbendên xwe agahdar kiriye ku Îran li ber teslîmbûnê ye

Axios: Trump di dema peywendiyeke telefonî de, ligel G7 got ku Îran "li ber teslîmbûnê ye".

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Sê berpirsan ji Axios re got ku Trump li ser rewşa Îranê, bi Koma Welatên Heft (G7) re axiviye.

 

Axios, roja înê ragihand ku Trump, serokên G7 agahdar kirine ku Îran "li ber teslîmbûnê ye".

 

Di raporê de hat gotin ku Trump ji hevalbendên xwe re gotiye ku wî "penceşêrek ku me hemûyan tehdît dikir ji holê rakiriye".

 

Axios jî di heman demê de da zanîn ku Trump gotiye: "Kes nizane rêberê Îranê kî ye, ji ber vê yekê kes nikare teslîmbûnê ragihîne."

 

G7 komeka aborî ya navneteweyî ye ku ji heft welatên xwedî aboriya herî pêşketî ya cîhanê pêk tê.

 

Endamên vê komê jî, ev in:

DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê), Brîtanya (Keyaniya Yekbûyî), Fransa, Almanya, Îtalya, Kanada û Japonya ne

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye