Trump: Ka binêrin dê îro çi were serê wan tiredînên pîs

Di daxwyaniyekê de serokê DYA`yê Donald Trump got: "Ka binêrin dê îro çi were serê wan tiredînên pîs."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê DYA'yê Donald Trump, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û gefên xwe yên li ser Îranê ducare zêde kir.

 

Donald Trump, diyar kir ku hêzên Îranê yên deryayî û hewayî hatine tunekirin û anî ziman ku îmhakirina mûşek û dronên Tehranê didome.

 

 

Trump: Çekên me yên bêhempa hene

 

 

Trump, destnîşan kir ku operasyonên wan bê sînor in û dema wan a pir heye û got:

 

"Çekên me yên bêhempa hene."

 

Donald Trump, destnîşan kir ku Îranê 47 salan li çaraliyê cîhanê mirovên bêguneh dikuje û ew niha heyfa wan dihilîne.

 

Trump, ji bo kuştina serkirdeyên Îranî got ku ew bi vê yekê "şerefeke mezin" hîs dike.

 

Trump, bal kişand ser keştiyên ku dixwazin di Tengava Hurmuzê re derbas bibin û got ku nabe ew bitirsin: "Hêza deryayî ya Îranê nemaye û me hemû keştiyên wan noqî avê kirine."

 

Êrîşên DYA û Îsrayîl li dijî rejîma Îranê di 28'ê Sibatê de dest pê kir.

 

Îranê jî li hemberî vê yekê dest bi êrîşên bersivdayînê kir.

 

Îranê ji bilî Îsraîlê, êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Îmarat û Behreynê û hinek welatên din ên herêmê kir.

 

Di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de, Rêberê Îranê Elî Xamineyî û gelek berpirsên pilebilind hatin kuştin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye