Li gorî agahiyan Hêzên Piştgiriya Lezgîn bi dronên bombebarkirî, êrîşî ser çend avahî û navendên Artêşa Sûdanê li bajarê Kostî kirin.
Çavkaniyên herêmî gotin ku dronan çend avahî, baregeh û depoyên sotemeniyê hedef girtine, di encamê de teqînên bihêz çêbûn.
Artêşa Sûdanê jî bersiva êrîşê da û hejmarek ji dronên bêmirov berî ku bigihêjin armancên xwe, xistin xwarê.
Ji Nîsana 2023`an û vir ve, li Sûdanê di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, şerekî dijwar diqewime.
Di encama vî şerê de, bi deh hezaran kes hatine kuştin û bi milyonan kes jî koçber bûne.