Li Sûriyê tenê di rojekê de 18 kes hatine kuştin

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR)`ê ragihand ku li cih û deverên cuda yê Sûriyê di 13`ê îlonê de 18 kes hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

SOHR`ê di derbarê hûrguliyên kuştina van 18 kesan de ev agahî da:

“Li bajarê Kobanî yê rojhilatê Helebê ciwanek û li gundewarê Humsê jî jinekê ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest dan.

Li gundewarê Dêrazorê û Hemayê 2 ciwan ji aliyê çekdarê nenas ve hatin kuştin.

Tîmên Heyva Sor a Sûriyê cenazeyên 7 sivîlan, li gundewarê Swêdayê dîtin.

Endamên Wezareta Parastinê û yên Ewlekariya Giştî ya Sûriyê, li gel çekdarên bedewî, di dema kontrolkirina bajarê Siweydayê de, yek jê jin 5 kes kuştin.

Zarokek ji ber guleyeke bêserûber li gundewarê Dêrazorê, jiyana xwe ji dest da.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24