Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyê li bajarokê Qerfa yê gundewarê Derayê bi ser mala fermandarekî berê ya komeke çekdar a xwecîh de girt û pevçûn di navbera wan de derket.
SOHR da zanîn ku pevçûn bêyî girtina fermandarê berê bi dawî bû û îşaret pê kir ku piştî serdegirtin tirs di nava şêniyan de zêde bûye.
Her wiha ji aliyê xwe ve jî Berdevkê Wezareta Navxweyî yê Hikûmeta Veguhêz di daxuyaniyekê de got: "Endamê Hêzên Ewlekariya Navxweyî Welîd Xalid El-Faûrî şevê din di pevçûna çekdarî ya li bajarokê Qerfa yê gundewarê Derayê de hat kuştin."