Berdevkê artêşa Îsraîlê yê bi zimanê Erebî Avichay Adraee, diyar kir ku di êrîşa roja şemiyê de ya ku li herêma Majdel Selmê pêk hatiye, fermandarekî Hizbulahê hat kuştin.
Li gorî daxuyaniyê, di êrîşê de tevî ku Ebû Xelîl Burcî wekî fermandarê hêzên taybet ê yekîneya El-Radwan a Hizbulahê dihat naskirin û du çeteyên din jî hatine kuştin.
Li aliyekî din jî, hat ragihandin ku Hizbulahê bi taybetî li herêmên Hiyam, Taybe û Naqûrayê, li dijî operasyonên bejahî yên Îsraîlê bersiv didan.
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê de, hejmara miriyan her ku diçe zêde dibe.
Li gorî agahiyên dawî yên ku êvara şemiyê hatine parvekirin, di êrîşan de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 1024'an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 2740’î.