Artêşa Îsraîlê navendên Wezareta Istixbarata Îran û Besîcê armanc girtin

Artêşa Îsraîlê navendên fermandariyê yên Wezareta Îstîxbaratê û Besîcê li Tehranê kirin armanc.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Artêşa Îsraîlê daxuyaniyek weşand û êrîşa li ser navendên fermandariyê yên saziyên ewlehiyê yên dewleta Îranê li Tehranê, di nav de "Wezareta Îstîxbarat û Besîcê" jî, ragihand.

 

Artêşê her wiha ragihand ku ew ê cihên ku ji bo hilanîn û avêtina dronan, mûşekên balîstîk û pergalên parastina hewayî têne bikaranîn, armanc bigire.

 

Li gorî artêşa Îsraîlê, piştî pêla êrîşên berfireh ên şeva duşemê û sibeha sêşemê, "birêkgeheke polîsan" û "cihekî depoya mûşekên balîstîk" li Şîrazê jî hatin armancgirtin.

 

Li Tebrîzê, piştî vê serdema êrîşan, beşên girîng ên "sîstemên parastinê" jî hatine wêrankirin.

 

Ev daxuyanî, di hemwextî nûçeyên medyaya Îsraîlê yên armancgirtina Serokê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî de hat.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye