Li gorî agahiyan, hat diyarkirin ku duh derengiya şevê li kampê şer derket û çekên sivik û navîn hatin bikaranîn, ji ber wê jî kuştî û birîndarên herdu aliyan çêbûn.
Hat destnîşankirin ku êriş ji ber gefên ewlehiyê yên di hundirê kampê de hat kirin û armanc, girtina fermandarê Tabûra Fransî Omer Osmîn ê Sengalî bû.
Li gorî heman agahiyan, çavkaniyên di fermandariya çeteyên biyanî de gotiye armanca vê kampaniyê ji bo radestkirina fermandar û endamên wî ji Fransayê re ye.
Herî dawiyê jî Ehmed El Şara, soz dabû ku hamû cîhadîstên fransî li Sûriyê, radestî Parîsê bike û di serdana xwe ya li Moskovê de jî soza radestkirina muhacirên Rûsî bo Rûsyayê jî dabû.