Li gor medyaya Iraqê ragihandiye, projeyasaya Heşdî Şebî ku bi mehane li parlementoya Iraqê hatiye rawestandin, dubare ketiye rojevê.
Çarçoveya Hemahengî projeyasaya Heşda Şebî ji Parlementoyê vekişand, ku ev demek bû ji parlementoyê re hatibû şandin.
Parlamenterên Kurd û Sunnî projeyasayê red dikin
Li aliyekî komên girêdayî Çarçoveya Hemahengiyê ji bo rêziknameyeke statuya daîmî û desthilatên berfireh bide hêzên çekdar zextê dikin, lê li aliyê din Kurd, Sunnî û DYA li dijî vê yasayê ne.
Çavdêrên siyasî yên Iraqî diyar dikin ku cudahiyeke mezin di navbera projeyasaya ku ji hêla Çarçoveya Hemahengiyê ve sala 2024’an hatî pêşkêş kirin û yasaya Heşdî Şebî ya ku di 2016’an de hatî derxistin heye.
Meclisa Wezîran a Iraqê di 25’ê sibatê de, di civîna xwe ya awarte de projeyasayek nû ji bo yasaya Heşda Şebî pêşkêş kir, runiştina yekem û duyem a li ser projeyasayê hate lidarxistin, lê nehate erêkirin.
Projeyasaya Heşda Şebî ji nêzîkî 20 madeyan pêk tê
Yasaya Desthilata Heşdî Şebî beriya heşt salan hate pejirandin. Projeyasa ku nêzîkî ji 20 madeyan pêk tê, bi piştgiriya komîteya taybet a Hevpeymaniyê û partiyên bi bandor hatiye amadekirin.
Yasaya berê ji bo ji destpêka damezrandina Heşdî Şebî ve bingehek yasayî ji bo çalakiyên leşkerî û ewlehî yên Heşdî Şebî peyda bike, hatibû amadekirin.
Heşda Şebî wek rêxistineke sîwanî ya paramîlîter tê naskirin
Heşda Şebî wekî ‘rêxistineke sîwanî ya paramîlîter’ tê binavkirin ku bi piranî ji milîsên Şîe pêk tê.
Piştî ku DAIŞ’ê di sala 2014’an de, Mûsil dagir kir, ev rêxistin li ser fetwaya ji aliyê rêberê olî yê Şîe li Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî ve wekî ‘şervanên dilxwaz’ li dijî DAIŞ’ê seferber bûn, di operasyona dijî DAIŞ’ê de roleke girîng girt ser xwe.