Îranê werzîşvanê navdar Salih Mihemedî bi dar ve kir

Dewleta Îranê Salih Mihemedî yê 19 salî ku gulaşgirek (pehlewan-gûreşvan) navdar ê Îraniye, ji ber beşdarbûna wî ya di xwepêşandanan de, bi dar ve kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî medya Îranê Salih Mihemedî bi du kesên din ên bi navê Mehdî Qasimî û Seîd Dawidî li bajarê Qum yê Îranê hatine darvekirn.

 

Li gorî agahiyan her 3 kes jî bêyî ku bikarin li dadgehê parastina mafê xwe bikin, hatine darvekirin.

 

Hêjayî gotinê ye Salih Mihemedî gulaşgirek navdar ê Îranê ye.

 

Karbidestên Îranê îdia dikin ku ev hersê kes di kuştina Mihemed Qasimî Hemapûr û Abbas Esedî de, ku her du jî endamên hêzên bicîhanîna qanûnê ne, sûcdarin.

 

Salih Mihemedî di Îlona 2024`an de li Şampiyoniya Navneteweyî ya "Sitiv" li Krasnoyarsk, Rûsyayê, bi forma tîma neteweyî ya guleşa serbest a Îranê madalyaya bronz bi dest xist.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye