Komek ji siyasetmedarên Sûrî daxwaz kirin ku Sûriyeke pirrengî û demokratîk were avakirin.
Duh siyasetmedarê Sûrî Heysem Menai bi dîmenekê daxuyaniyek ji raya giştî re da. Di daxuyaniyê de damezrandina "Bloka Neteweyî ya Sûrî" hat ragihandin.
Di daxuyaniyê de Heysem Menai da zanîn ku ji bo rawestandina ji nû ve çêkirina dîktatoriyê bi cilek nû-kevin damezrandina blokê hat ragihandin.
Siyasetmedarê Sûrî: Ev blok dewleteke pirreng armanc dike
Menai got ku ev bloka sivîl û aştiyane, hewl dide dewleteke wekhev di çarçoveya pirrengiya siyasî û demokratîk de ku xwe dispêre cudakirina desthilatan û serweriya gel ava bike.
Heysem Menai da xuyakirin ku ev blok banga damezrandina hikumeteke gelêrî û meclisa damezrîner dike ku destûrekê saz bike, da ku serweriya dewletê misoger bike û rêzê ji mafên mirovan re bigire.
Siyasetmedarê Sûrî Heysem Menai destnîşan kir ku hin rêgez di jordestûrê re ne; weke yekîtiya Sûriyê di warê erdnîgarî û siyasî de, serxwebûna dadgeriyê, yekalîbûna saziyên leşkerî û ewlehî, misogeriya mafên çandî û zimanî yên pêkhateyên neteweyî, pêkanîna edaleta pêvajoya veguhêz, tawîzdana qurbaniyan, pabendbûna bi mafên jinan û edaleta civakî.
Li gorî daxuyaniyê di blokê de Heysem Menai, Tariq El Ehmed, Ramiya Îbrahîm, Nasir El Xezalî, Feransîs Tenos hene. Ev kesayet temsîla partî û hêzên ji civaka sivîl dikin.
Damezrandina vê blokê, piştî ragihandina damezrandina "Konseya Siyasî ya Naverast-Rojavayê Sûriyê" hat ragihandin.