Ji bo îfadeyê bang li 6 rojnamevanan hate kirin

Îro jî di çarçoveya lêpirsîna têkildarî Ekrem Îmamoglû de operasyonek din li dijî rojanmevanan pêk hat û ji bo îfadeyê bang li 6 rojnamevenan hate kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Tirkiyê operasyonên deshilatê yên li dijî muxalefetê her diçe berfirehtir dike. 

Di dema dawiyê de di bin navê "bi armanca berjewendî rêxistina sûc ya Îmamoglû" de hema bêjê her roj opersyonên cûda pêk tên. 

Di çarçoveya lêpirsînên têkildarî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû de bi sedan kes hatin binçavkirin û gelek ji wan jî hatin girtin.

Di nav kesên ku operasyon li ser wan pêk hatine de gelemperî serokê şaredariyan, siyasetmedar, parêzer, karsaz, memûr, xebatkarên şaredariyan û rojnamevan hene. 

Vê carê jî Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya lêpirsîna têkildarî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû de ji  îfadeyê bang li rojnamevan Soner Yalçin, Şaban Sevînç, Asli Aydintaşbaş, Rûşen Çakir, Yavuz Oghan û Batuhan Çolak hatiye kirin.

Rojnamevan wê li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê bi îdiayên “belavkirina agahiyên xelet” û “alîkariya rêxistina sûc” îfadeyê bidin.

Rojnamevan wê di bin çavderiya polîs de bibin îfadeyê.

Berpirsê teknolojiya agahiyê yê CHP’ê hate binçavkirin

Dîsa Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand ku Berpirsê Teknolojiya Agahiyê yê CHP'ê O.G.E di çarçoveya lêpirsîna "Serlêdana Daneyan" a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de hatiye binçavkirin.

Serdozgeriya Komarê diyar kir ku binçavkirin li ser sûcên "Bi awayekî neqanûnî dayîn an wergirtina daneyan" û "Tomarkirina Daneyên Kesane" hatiye kirin.

Berî demekê di  çarçoveya heman lêpirsînê de Ekrem Îmamoglu, rojnameger Merdan Yanardag û şêwirmendê Îmamoglu Necatî Ozkan bi îdiaya "sîxuriyê" hatin girtin.

Gumanbar bi desteserkirina daneyên dengdêran û parvekirina wan bi servîsên îstîxbaratê yên biyanî re hatin tawanbarkirin.

Li dijî Ozgur Ozel lêpirsîn hate destpêkirin

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî Serokê CHP'ê Ozgur Ozel bi sûcên "heqaretkirina Serokkomar" û "heqaretkirina rayedarekî giştî ji ber meqamê wî" lêpirsînek da destpêkirin.

Di mîtînga partiya xwe ya li Umraniyê de Ozgur Ozel bi gotinên 'Ji niha û pê ve, li kesên li dora xwe, yên ku hûn perwerde dikin û kûçikên ku bi me re dilîzin xwedî derkevin' bangî Serokkomar kiribû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye