Şerê di navbera Amerîka- Îsraîl û Îranê de bandoreke mezin li ser Başûrê Kurdistnê û Îraqê dike.
Rojane gelek cih li Başûrê Kurdistanê û Îraqê tên hedefgirtin.
Li gorî agahiyan duh bi şev hêzên girêdayî Îranê bi 4 dronan êrîşî kampa Zirgoz ya ser sînorê Silêmaniyê kiriye.
Li gorî agahiyan di êrîşê de tiştek bi kesî nehatiye, lê ziyanên madî çêbûne.
Hemwextî êrîşa dijî kampa Zirgoz, bi çar mûşekan êrîşî çiyayê Korek û çiyayê Benî Herîr yên li navçeya Soran ser bi Hewlêrê jî hate kirin.
Hate zanîn ku agir ji çiyayê Benî Herîr bilind bûye, derbarê ziyanan de agahî nehatin standin.
Çiyayê Benî Herîrê yê navçeya Soranê ya Hewlêrê hat bombebarankirin
Her wiha duh li sînorê Çiyayê Benî Herîrê yê navçeya Soranê ya Hewlêrê rastî çend êrîşan hat.
Piştî êrîşan agir li Çiyayê Benî Herîrê ket.
Beşek ji welatiyan herêmê ragihandin ku êrîş bi mûşekan pêk hatiye.
iI Nînowa û Bexdayê 2 barêgehên Heşdî Şebî hatin bombebarankirin
Dîsa duh bi şev li Nînowa û Bexdayê jî 2 barêgehên Heşdî Şebiyê hatin bombebarankirin.
Barêgeha yekem li devera Xabatê ya Nînowayê pêk hat.
Li gorî agahiyan ev barêgeh berê hatibû valakirin, lewma tu zererên canî çênebûne.
Êrîşa duyem jî li bakurê Bexdayê, li dijî barêgeha Lîwaya 12`an a Heşdî Şebiyê ya li devera Ebû Behrê ya li herêma Tarmiyeyê hate kirin.
Desteya Heşdî Şebiyê ya Îraqê diyar kir ku di vê êrîşê de tenê zirarên madî çêbûn e.
Hadî Amirî: Di êrîşan de 60 kes hatine kuştin
Li aliyê din, Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedirê Hadî Amirî derbarê bombebarankirina barêgehên Heşdî Şebiyê de daxuyaniyek belav kir.
Amirî, Amerîka û Îsraîl bi van êrîşan tawanbar kirin û daxwaz ji parlamento, hikûmet û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê kir ku rê li ber êrîşên wiha bigirin.
Hadî Amirî di berdewamiyê de got ku di encama van êrîşan de zêdetirî 60 kes hatine kuştin û 100 kesên din jî birîndar bûne.