Balafireke din a Tirkiyê ket pîlotê balafirê mir

Tirkiye hêj şîna 20 leşkerên xwe yên ku di balafira li ser sînorê Azerbaycan ketibû xilas nekiriye, Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê ragihand ku îro balafireke wan a agirvemirandinê jî li Xirwatistanê ketiye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî daxuyaniyê pêywendiya bêtêlê bi balafireke agirvemirandinê ya ku ji bo nûjen kirin û tamîrê çûbû  Xirwatistanê bi  Rêvebiriya Giştî ya Daristanan re qut bûye.

Ji ber rewşa avhewayê, di dema vegerê de balafireke wan li Balafirgeha Rijekayê veniştiyê lê pêywendiya bêtêlê bi balafira din re di saet 18:25'an de qut bûye.

Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyê Îbrahîm Yumakli li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku kavilên balafirê li nêzîkî bajarê Senjê yê Xirwatistanê hatine dîtin û pîlotê balafirê jî mirî hatiye dîtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye