Zîv carek din biha bû

Bihayê onsa zîv îro ji sedî 1,45 zêde bû û gihaşt 54,02 dolaran, hat zanîn ku kêmkirina li ser rêjeya faîzê ya di civîna Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) sedema sereke ya bihabûna zîv e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Asta herî bilind a bihaya zîv di nava 24 saetên borî de nêzî 3 dolaran bilind bûye.

Di hefteya borî de bihayê onseke zîv 5 dolar û nîvan, ango ji sedî 12,12 zêde bûye.

Bazirgan wisa bawer dikin ku bi rêjeya ji sedî 65'an eger heye ku Banka Navendî ya Amerîkayê meha bê faîza bankê bi nisbeta ji sedî 0,25 kêm bike.

Du roj berê, ew rêje ji sedî 62 bû.

Hikûmeta Amerîkayê dê îro amarên enflasyonê yên meha borî belav bike.

Meha îlonê rêje ji sedî 3 bû, eger enflasyona çiriya pêşîn ji sedî 3'yan kêmtir be yan jî wekî xwe bimîne, wê demê bi egereke mezin dê bihayên zîv û zêr jî zêde bibin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye