Li Xezeyê 12 kes hatin kuştin

Di 24 demjimêrên borî de, di êrîşên Artêşa Îsraîlê de, li deverên cuda yên Xezeyê 12 kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Nexweşxaneyên Xezeyê ragihandin ku hejmara qurbaniyan wiha ye, 5 li navenda Xezeyê û 7 li başûrê Xezeyê ne.

Di 7'ê Cotmeha 2023'an de, wek bersivekê li hember êrîşa Hemasê, hêzên Îsraîlê êrîşek li ser Xezeyê dan destpêkirin, di encamê de 67 hezar û 160 kesan jiyana xwe ji dest da.

 

UNICEF: Li Xezeyê cihekî ewle tune ye

 

Berdevkê Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) James Elder jî, piştrast kir ku li Xezeyê cihekî ewle tune ye û îro rewş ji her demê xirabtir e.

James Elder destnîşan kir ku herêma El-Mawasî li Xezeyê yek ji deverên herî qelebalix e û ji pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê bêpar e ku êşa zarok û malbatên li wir penaber bûne, zêde dike.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24