Artêşa Rûsyayê 251 dronên Ûkraynayê têk birin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê roja duşemê ragihand ku sîstemên wê yên parastina asmanî şeva borî li gelek herêmên welêt 251 dronên Ûkraynayê têk birine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di daxuyaniyekê de, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê eşkere kir ku di şeva borî de, pergalên parastina hewayî 251 dronên Ûkraynayê têk birin.

Moskova du hefte berê rastî êrîşeke mezin a dronên Ûkraynayê hatibû.

 

Hêzên Rûsî du bajarên nû kontrol kirin

 

Wezaretê da xuyakirin ku roja yekşem û duşemê, hêzên wan her du bajarokên Kuzminovka û Otradnoye li Donetsk û Xarkîvê kontrol kirine.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê eşker kir ku hêzên Ûkraynayê li her du eniyan 290 leşker û hejmarek alavên leşkerî winda kirine. Her wiha stasyoneke şerê elektronîk, du depoyên cebilxaneyê û 5 depoyên lojîstîkê jî hatin wêrankirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24