Şandeyên Amerîkî û Îranî li Îslamabadê ne, hevdîtin dest pê dikin

Di demekê de ku lijneyên DYA û Îranê li Pakistanê hevdîtinên agirbestê dikin, Tehranê şertên giran eşkere kirin. Trump jî li dijî vê yekê gefa, “Di destê wan de tenê derfeta girtina Hurmizê heye. Lê agirbest çê nebe, keştiyên me yên şer amade ne” xwar.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Di roja 42`yan a şerê li herêmê de, pêvajoyeke krîtîk a dîplomasiyê dest pê kir.

Li aliyekî şandeya bilind a Îranê ji bo hevdîtinên bi Amerîkayê re li Pakistanê ye, li aliyê din Washington hewl dide agirbestê bi peymanê encam bike û agirbestê ber bi Libnanê ve jî berfireh bike.

 

Şandeya Îran li Îslamabadê ye: Mercên giran hatin danîn

 

Şandeya muzakereyan a Îranê bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalîbaf gihîşt paytexta Pakistanê.

Di şandeyê de Wezîrê Karên Derve Eraqçî , Serokê Banka Navendî û rayedarên payebilind ên leşkerî cih digirin.

Îranê ragihand ku heta Washington “pêşmercên” wan qebûl neke, ew ê dest bi rûniştinên fermî nekin.

Lê belê li hundirê Tehranê krîza desthilatdariyê heye; hat ragihandin ku Fermandarê Supaya Pasdaran Ehmed Wahîdî hewl dide rayeya Qalîbaf û Eraqçî sînordar bike.

 

DYA di navbera Libnanê û Îsraîlê de navbeynkariyê dike

 

Ofîsa Serokkomariya Libnanê ragihand ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê dê di navbera Îsraîl û Libnanê de bibe navbeynkar.

Amerîka û Libnanê ji Îsraîlê daxwaz kirin ku êrîşên li ser Hizbullahê rawestîne da ku “jestekê” ji bo destpêkirina muzakereyan bike.

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ragihand ku ew vê daxwazê dinirxînin, lê artêşa Îsraîlê (IDF) ragihand ku wan li başûrê Libnanê navendeke avêtina mûşekan a Hizbullahê ya di hundirê dibistanekê de rûxandine.

 

Îstîxbarata Amerîkayê: Bi hezaran mûşekên Îranê hîn hene

 

Her çend Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth gotibû “Cebilxaneya Îranê xelas bûye.”, lê raporên nû yên îstîxbaratê ku Wall Street Journalê weşandin, berovajiya vê dibêjin.

Li gorî raporan, Îran hîn xwediyê bi hezaran moşekên balîstîk e û dikare di demeke kurt de binesaziya xwe ya avêtina mûşekan nû bike.

Washington fikar dike ku Îran agirbestê ji bo “ji nû ve çekdarkirinê” bikar bîne.

 

Trump: Ji bilî şantaja bi rêya Tengava Hurmizê, tu kozeke Îranê nîne

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser Truth Socîal peyameke tund weşand û îdîa kir ku serokatiya Îranê tenê ji ber ku muzakereyan li ser piyan e.

Trump got: “Ji bilî şantaja bi rêya Tengava Hurmizê, tu kozeke Îranê nîne. Îro eger ew sax bin, tenê ji bo muzakereyê ye.

Lê ku encam dernekeve keştiyên me yên şer amade ne. Hemû bi cebilxaneyê hatine dagirtin û dê bersiva pêwîst bidin.”

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye