Rojnameya New York Timesê ji ser zimanê çend berpirsên Amerîkayê diyar kir ku ev yek bûye sedem ku Tehran nikaribe bi lez daxwazên Donald Trump ên ji bo vekirina tengava avî bi cih bîne.
Ev mijar wekî xaleke aloz di dan û standinên aştiyê de yên di navbera her du aliyan li Îslamabadê de ye.
Meha borî, Supaya Pasdaran bi bikaranîna keştiyên biçûk li Tengava Hurmizê mayîn bi cih kiribûn.
Ev mayîn li gel gefên dron û mûşekan bûn sedem ku tevgera keştiyên petrolê gelekî kêm bibe.
Ev yek jî nirxê enerjiyê li Cîhanê bilind kir û bû karteke xurt a zextê di destê Îranê de.
Berpirsên Amerîkayê dibêjin Îranê bi awayekî “ketobir” mayîn çandine û qeydên cihên wan ên hûrgilî li cem nînin.
Ji bilî vê, beşek ji wan mayînan bi awayekî hatine danîn ku bi pêlên avê re dilivin û cihên wan diguherin; vê yekê jî kiriye ku Îran kontrola li ser wan winda bike.
Roja sêşemê Donald Trump ragihand ku agirbesta du hefteyî bi "vekirina temam, yekser û ewle" ya Tengava Hurmizê ve girêdayî ye.
Li hemberî vê yekê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku tengav dê were vekirin lê "bi li berçavgirtina sînordariyên teknîkî."
Berpirsên Amerîkayî dibêjin mebesta Eraqçî ji "astengiyên teknîkî" windakirina mayînan û nebûna şiyana rakirina wan e.
Belemên biçûk û serêşiyek ji bo Amerîkayê
Her çend artêşa Amerîkayê hewl da ku keştiyên şer ên Îranê noqî avê bike û binkeyên wan ên deryayî bike armanc lê Îran xwediyê bi sedan belemên biçûk e ku dikarin bi hêsanî mayînan biçînin.
Washington dibêje ji ber biçûkbûna wan beleman nekariye çavdêriya hemû pêvajoyê bike, lewma bi temamî nayê zanîn ka çend mayîn û li kîjan cihan hatine çandin.
Niha mijara çawaniya paqijkirina tengavê û dabînkirina ewlehiya keştiyan, bûye ceribandineke mezin ji bo dan û standinên Îslamabadê.
Ji ber ku bêyî paqijkirina wan mayînan tevgera deryayî û bazara enerjiyê ya Cîhanê di bin gefê de dimînin.