Li Awistralyayê 12 kes hatin kuştin

Li Awistralyayê di êrîşeke çekdarî de 12 kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li perava Bondi ya Awistralyayê êrîşeke çekdarî li dijî kombûneke Cihûyan pêk hat.

Di encama êrîşê de 12 kes hatin kuştin û 11 kesên din jî birîndar bûn.

Her wiha di nava birîndaran de 2 polîs jî hene.

Polîsan di derbarê vê bûyerê de 2 kes girtin.

Serokê Îsraîlê diyar kir ku Cihû ji bo pîrozkirina yek ji cejnên xwe, çûn peravê da ku mûmên pêşîn vêxin.

Li gor daxuyaniya serokê Îsraîlê, Cihû ji aliyê "terorîstên xerab" ve rastî êrîşê hatin.

Nêzîk 2 hezar ji endamên civaka Cihûyan, cejna Hanuka pîroz dikirin.

Perava Bondi wek qada geştyarî ya herî navdar a cîhanê tê naskirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye