Serokê Kamerûnê Paul Biya ku temenê wî 92 salî ye û weke serokê herî bi temen ê li ser kar ê cîhanê tê naskirin
Her wiha opozîsyon hewil dide bi riya zextê vê desthatdariya 43 salan biguherîne.
Berdevkê berê yê hikûmetê Issa Tchiroma yê 76 salî jî daxwaza bidawîanîna desthilatdariya dirêj a rêberê kevin dike û ew bi xwe dixwaze bibe serokkomar.
Hin partiyên opozîsyonê û komên sivîl piştgirîya namzetiya Tchiroma dikin.
Li gorî analîstan tê payîn ku ji ber nebûna yekîtîyê di nav opozîsyonê de û kontrola wî ya xurt li ser dezgehên dewletê wê ji nû ve were hilbijartin.