Hêza Hewayî ya Ûkraynayê diyar kir ku Rûsyayê bi 728 dronan û 13 mûşekan êrîşî Ûkraynayê kiriye.
Her wiha ragihand ku di van êrişan de sîstemên parastina hewayî 711 dron asteng kirine û herî kêm 7 mûşek têk birine.
Hêzên Hewayî ya Ûkraynayê eşkere kir ku artêşa Rûsyayê pêlek êrîşên asmanî li dijî Ûkraynayê daye destpêkirin.
Her wiha Rûsyayê di demek kin de mûşekek ji cûreya kincal, ku bi zora xwe ya di rawestandinê de tê zanîn, ber herêma Zîtomîr a rojava ve avêt.
Rojnameya the Kîev Independent tekez kir ku deverên li rojavayê Ûkraynayê, ku ji xeta şer dûr in, bûne armanca êrîşan.