Li Sûdanê şerê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de berdewam dike.
Bi taybetî ev şer li eyaletên Kordofan û Darfûrê dijwartir bûye.
Çavkaniyên Sûdanî ji kenalên Erebiye û Hedesê re gotin ku piştî êrîşeke hewayî ya artêşê ku çend çeperên Hêzên Piştgiriya Lezgîn RSF armanc kirin, di nav de depoyeke mezin a cebilxaneyê ya bajêr, teqîneke mezin li bajarê Ebû Zabad ê li eyaletê Kordofanê çêkir.
Li gorî çavkaniyan, Hêza Hewayî ya Sûdanê di demjimêrên dawî de li ser çeper û tevgerên Hêzên Piştgiriya Lezgîn li çend deverên di nav Kordofanê de êrîşên berfireh pêk anîne, da ku xetên dabînkirinê qut bikin û bicihbûna hêzan lawaz bikin.
Li Darfûra Rojava, artêşa Sûdanê, digel hêzên hevbeş û hêzên Berxwedana Gel, piştî şerên dijwar bi Hêzên Piştgiriya Lezgîn RSF’ê re, kontrola çeperên ku wan vê dawiyê li herêma Jebel Moon girtine, domand.
Çavdêran ev yek wekî gavekê dît ku dikare bandorê li rêya operasyonên leşkerî ya li rojavayê welêt bike.
Ev şer ji nîsana 2023’yan û vir ve berdewam dike û li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, bi dehhezaran kes mirine û bi milyonan jî bêwar mane.