Zelenskî: Ez pêşbîn dikim DYA cezayên tund li ser Rûsyayê bisepîne

Rojek piştî ku Yekîtiya Ewropayê pakêta xwe ya cezayan li ser Moskovayê pêşkêş kir, Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî da zanîn ku ew pêşbîn dike ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê cezayên tund li ser Rûsyayê bisepîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Zelenskî got ku ez spasdar im ku gelek pêşniyarên Ûkraynayê di pakêta sizayên YE'yê de berçav hatine girtin.

Zelenskî berdewam kir ku ew niha ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî, pêşbîn dike ku cezayên tund li ser Rûsya bisepîne.

Nêzîkî 150 serokên dewlet û hikûmet dê roja Sêşemê li New Yorkê ji bo nîqaşên rûniştina 80'emîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bicivin.

Serokê Ûkraynayê eşkere kir ku ew ê li New Yorkê, bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive. Her wiha wê çend hevdîtinên dualî bêne kirin.

 

Zelenskî: Plan dike li ser garantiyên ewlehiyê nîqaş bike

 

Zelenskî anî ziman ku ew plan dike li ser garantiyên ewlehîyê, yên ku Ûkrayna hewcedarê wê ye û cezayên li dijî Rûsyayê bi hevkarên xwe re nîqaş bike.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24