Biriyara Mafê hêviyê selek berê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve, ji bo Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû dayîn.
Ji bo bicihanîna vê biriyarê salek dem dabû dewleta Tirkiyê, lê dema hatibû diyarkirin di meha Îlona borî de, qediya û ew biriyar nehate bicihanîn.
Konseya Ewropayê di civîna xwe ya têkildarî mafê hêviyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd careke din ev biriyar taloqî hezîrana 2026`an kir.
Xelkên Wargeha Penaberan a şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo bertek dayîna li hember vê biriyarê meşek li dar xistin.
Meşê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir û li ber bi avahiya NY qediya û li wê derê jî daxuyanî hat dayîn.
Daxuyanî ji aliyê Hevşaredar Edban Yilmaz ve hat dayîn.
Hevşaredar Edban Yilmaz di destpêkê de, balkişand ser berxwedana Îmraliyê ku 27 salin, Rêber Abullah Ocalan didomîne û da zanîn ku ev berxwedan bûye cihê hêvî, aştî û biratiya gelan.
Edban Yelmaz diyar kir ku Dewleta Tirkiyê dixwest bi şêweyê tecrîd û pêşîlêgirtina li fikir û ramanê Abdullah Ocalan, gelê Kurd û Ocalan ji hev bide qutkirin lê ev yek encam negirt.
Yelmaz destnîşan kir ku Di sedsala 21’an de ku cîhan di nava şer û aloziyek mezin re derbas dibe, Ocalan bi fikir û ramanên xwe proseyeke aştiyê li Tirkiyê da destpêkirin.
Edban Yilmaz bang li komîteya parlementoya Tirkiyê kir û got: “Dest ji van gavên tirsonek berdin, êdî pêwîste hûn jî gavên şênber bavêjin ku ev prose bigihê aştiyê. Tekane rêya ku ev prose bigihê aştiyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”
Di dawiyê de, Hevşardar Edban Yilmaz bang li NY jî kir ku dest ji polîtîkeya xwe ya taloqkirina mafê hêviyê ya Abdullah Ocalan berdin û zextên pêwîst li dewleta Tirkiye bikin.