Rêber Apo: Mûsa Anter kesayetekî gelekî bi nirx û rûmet bû

Rêber Apo ji merasîma Xelata Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad re name şand. Rêber Apo girêdayî tekoşîn û jiyana Apê Mûsa nirxandin kir û got: “Mûsa Anter bi tena serê xwe wekî partiyekê kar dikir,ew kesayetekî gelekî bi nirx, afirînêr û rêveber bû.” Rêber Apo bal kişand ser rola çapemeniyê û diyar kir ku divê xebatkarên çapemeniyê tevkarî û berpirsyariya xwe ya dirokî rabin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan ji 32`emîn merasima Xelata Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad re nameyek şand.

Rêber Apo tekoşîna Mûsa Anter û rola çapemeniyê nirxand.

Rêber Apo bal kişand ser pêvajoya salên 1970`ê û got:

“Ev pêvajo divê ji aliyê Kurdan ve baş bê fêmkirin. Înkar û rev di asta jor de bû.

Navê Kurdbûnê jî bi înkarê hatibû hûnandin. Tu navê xwe jî bêjî, tê wateya ku te her tişt winda kiriye.” 

 

Rêber Apo: Mûsa Anter bi tena serê xwe wek partiyekê kar dikir

 

Rêber Apo behsa bîranîna xwe ya bi naskirina Apê Mûsa kir û wiha got:

“Ez li Stenbolê çûm komeleyan û min hewldana yekem kir û got ezê têgeha Kurd bikar bînim û min bikaranî, min Musa Anter cara yekemîn li wir dît.

Mûsa Anter kesayetekî gelek bi nirx û rûmete piştî salên 1940’ê kesên ewil yên dengên xwe bilind kir bû belkî jî piştî şerê Cîhanê yê duyemîn welatparêzê cidî yê yekane bû û bi tena serê xwe wek partiyekî tevgeriya”

Di berdewamiya nirxandinên xwe de Rêber Apo bi bîr xist ku Mûsa Anter di hevdîtina li Stanbolê lê Şîret kiriye gotiye “xwedî li xwe derkevin” ji wê rojê heta îro em hatin.

 

Rêber Apo: Bawerî û hêviya min ya serkeftinê bilind e

 

Di dirêjahiya nirxandinên xwe de Rêber Apo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wiha nirxand:

“Em pêvajoyekê dimeşînin serkeftina wê jî wê hewldaneke esas û bi nirx bîne. Bawerî û hêviya min ya bi serkeftinê bilind e.”

Di dawiya nirxandinên xwe de Rêber Apo Şehîdên çapemeniya azad bibîranî û xebatkarên çapemeniyê Azad yên li ser şopa Musa Anter de dimeşin û xeyalên wî pêk tînin re serkeftinê xwest.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24