Derbarê mijarê de, welatiyê bi navê Hekîm Tahir da zanîn ku ji niha de hewayê Pênciwên sar bûye û got:
"Hikûmeta Herêmê gelek xemsar nêzî me dibe. Heta niha tenê bermîlek a neftê dane me. Hewce pê hebû ku 4 bermîlên neftê hatiba dayîn."
Hekîm Tahir eşkere kir ku bermîla neftê ya ku belav kirine jî, nirxê wê 104 hezar dînar bû û got:
"Ji ber giraniya nirxê neftê, xelkê deverê bi neçarî darên daristanan dibirin."
Mîna navçeya Pênciwên, ev pirsgirêk li hemû navçe û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê jî heye û ti hewldanek ji bo çareserkirina pirsgirêkê nîne.