Li gorî rojnameya "Îsrael Hayom", Katz di daxuyaniyên roja Pêncşemê de piştrast kir ku "Rewşa heyî ya li ser sînorê bi Misirê re ji bo ewlehiyê xeternak e û nikare berdewam bike."
Katz tekez kir ku "Wê artêşa Îsraîlê li ser sînorê Misirê, rê li ber qaçaxçîtiyê bigire"
û bi eşkereyî got "Ez li dijî operasyonên qaçaxçîtiyê yên bikaranîna dronan li ser sînorê Îsraîl-Misir şer radigihînim."
Qahîreyê jî vê dawiyê, bi berdewamî înkar dike ku operasyonên qaçaxçîtiyê li ser sînorên wê ber bi Şerîda Xezzeyê ve, pêk hatine.
Qahîreyê di daxuiyaniyên xwe de got: "Helwestên Îsraîlê wekî binpêkirineke siyasî ya nû ye, ev yek jî tevliheviya di nav hikûmeta Îsraîlê de nîşan dide."