Di nava hemû binpêkirinên mafên mirovan de jî, dewleta Îranê darvekirina kesên dijber berdewam dike.
Vê carê jî, xwendekarê endazyariya fezayê Îrfan Şakurzadeh ê ku li girtîgeha Qezilhîsarê ya li bajarê Kerece girtîbû, hat darvekirin.
Ev xwendekar berê di sibata 2025’an de ji aliyê Supaya Pasdarên Îranê ve, bi îdîaya Sîxurî û Hevkariya bi CIA û Mossadê re, hatibû girtin.
Îrfan Şakurzadeh, ku di sala 1997’an de ji dayik bûye, ji Beşa Endazyariya Elektrîkê ya Zanîngeha Tebrîzê mezûn bûye û mastera xwe li Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Îranê temam kiriye.
Li gorî agahiyan, Îrfan dema ku di girtîgehê de bû, rastî êşkenceyê hatiye û demeke dirêj di hucreya yekkesî de maye.
Berî ku ew were bidarvekirin, Şakruzadeh name nivîsandibû û diyar kiribû ku îdîayên sîxuriyê yên ku li wî hatine sepandin, bê bingeh in.
Her wiha wî di nameya xwe de nivîsandibû ku bi rêya êşkenceyên hovane ew neçar bûye, ku bi zorê îfadeya xwe bide û ev daxwaz ji raya giştî xwest:
"Nehêlin mirovên din ên bêguneh, di nava bêdengiyê de werin kuştin."
"21 girtiyên din, di bin metirsiya darvekirinê de ne"
Di heman çarçoveyê de jî, Rêxistina Mafên Mirovan a HANA`yê, hişyarî da û da xuya kirin ku zêdetirî 21 girtiyên din, li girtîgehên dewleta Îranê di bin metirsiya darvekirinê de ne.
Di sala 2025'an de 1,639 kes li Îranê hatine bidarvekirin
Li Îranê, bi taybetî di pêvajoyên dawiyê de, li dijî dijberan, operasyonên binçavkirin û darvekirinê zêde bûne.
Li gorî daneyên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, di sala 2025’an de herî kêm hezar û 639 kes li Îranê hatine bidarvekirin.
Tê gotin ku ev hejmar di salên dawiyê de ya herî zêde ye.