Operasyona kontrolkirina Xezayê bi dijwarî dewam dike

Li milekî şer gur dibe û koçberiya ji xezayê zêde dibe, li milê din jî dengê naskirina dewleta filistînê bilind dibe. Çend dezgehên medyayî yên Brîtanî, eşkere kirin ku naskirina dewleta Filistînê wê roja Yekşemê were ragihandin Îsraîl daxuyaniyên ji bo naskirina dewleta Fistînê bi xelatkirina terorîzma hovan e û aramkirina îdeolojiya cîhadîst, tawanbar kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev demeke dirêje ku Îsraîl êrîşekî dijwar bi ser Xezeyê de aniye, di encam vê êrîşê de, gelek kuştî, birîndar û kesên winda hene, gelek welatan xwest ku çareseriyekê pêşkêş bikin, lê heya niha ev êrîş berdewam e.

 

El-Arabiyê Al-Hedes: Rokêt ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin 

 

Li gorî agahiyên El-Arabiyê Al-Hedes îro rokêt ji bakurê Xezeyê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin û dengê zengilên heyedarkirinê li Aşdod û wargehên derdora Xezeyê hat bihîstin.

Di heman demê de, televîzyona i24NEWS piştrast kir ku, sîstema Qubbeya Hesinî du rokêtên ku ber bi Aşdodê ve hatine avêtin asteng kiriye.

 

Şarq El Ewsat: Nêzî 600 hezar niştecih, hîna jî li xezeyê dimînin 

 

Rojnemeya Şarq El Ewsat anî ziman ku tevî hişyariyan, bombebarana giran û bombebarana li ser avahiyan, hîna jî li Xezeyê nêzîkî 600,hezar niştecih dimînin û nêzî 2500 şervanên ji tevgera Cîhada Îslamî ya Lîwayên Qassam, baskê çekdarî yê Hamasê, di hundir bajêr de ne. Ev yek jî, Pêşbaziya herî mezin ji bo Îsraîlê ye.

 

UNRWA: Milyonek û 900 hezar kes ji Şerîda Xezeyê bi darê zorê koçber bûne

 

Saziya alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) li ser malpera xwe belav kir ku 1.9 milyon kes, ji Şerîda Xezzeyê bi darê zorê koçber bûne.

 

Li Xezeyê 31 kes hatin kuştin

 

Li gorî çavkaniyên bijîşkî, ji sibeha îro (Yekşemê) ve nêzîkî 31 kes di encama bombebarana Îsraîlê de ya li ser Xezeyê hatine kuştin.

 

"Dibe ku Brîtaniya dewleta Filistînê bi fermî nas bike"

 

Rojnemeya Şarq Al Ewsat diyar dike ku Brîtanya yek ji piştgirên herî berbiçav ên Îsraîlê ye, lê ji ber dijwariya êrîşa Îsraîlê bi ser Şerîda Xezeyê ve, wan helwesta xwe guheriye.

Çend dezgehên medyayî yên Brîtanî, di nav de BBC û Press Association, ragihandin ku naskirina dewleta Filistînê wê roja Yekşemê were ragihandin

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, di meha Tîrmehê de, diyar kiribû eger Îsraîl heta civîna giştî ya NY ya meha Îlonê gavên girîng ber bi agirbestekê bi Hamasê re neavêje, welatê wî wê bi fermî dewleta Filistînê nas bike.

 

"Naskirina dewleta Filistînê wê pêvajoyeke aştiyê bide"

 

Starmer diyar kir ku bi vê gavê wê beşdarî pêvajoyeke aştiyê ya saxlem bibin, di heman demê de, wê bandora herî mezin li ser çareseriya du dewletan bike.

 

Netanyahu: Ev daxuyanî xelatkirina terorîzma hovane ye

 

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, ev daxuyanî bi xelatkirina terorîzma hovane û aramkirina îdeolojiya cîhadîst, tawanbar kir.

Rojnameya Telegraph da zanîn ku Starmer wê ji bo kêmkirina rexneyên li ser biryara wî ya naskirina dewleta Filistînê, cezayên nû li ser Hamasê ferz bike.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24