Mûsa Anter di salvegera şehadeta xwe de ku ji aliyê JÎTEM`ê ve di sala 1992`an de li Amedê hatibû qetilkirin, bi bernameyeke bi pêşengtiya MEBYADER û Rojnamevanên Dîcle-Firatê li ser gora xwe hate bîranîn.
Di bernameya bîranînê de, Rêxistinên Bajêr û şaxên DEM Partiyê, Parlementera Mêrdînê Saliha Aydeniz û xizmên Mûsa anter beşdar bûn.
Dicle Anter: Divê di her malê de bi Kurdî were axaftin
Bi destpêkirina bernameyê, kurê Apê Mûsa, Dîcle Anter axivî û got: "Divê zarokên Kurd bi zimanê Kurdî mezin bibin û di her malê de bi Kurdî bê axaftin".
DEM Partî: Apê Mûsa Anter dengê heqîqetê bû
Parlementera DEM Partiyê Saliha Aydeniz jî, di axaftina xwe de bal kişand ser tekoşîna Apê Mûsa Anter û diyar kir ku tovê ku ji hêla Apê Mûsa ve hatî çandin, ewqas xurt bû ku tevî hemû komkujiyan jî mezin bû û bi ser ket lewma ew dengê heqîqetê bû.
Saliha Aydeniz destnîşan kir ku eger îro Kurd li tevahiya Cîhanê têne naskirin, ev bi saya tekoşîna Apê Mûsa û kesên ku rêya wî şopandine.
Li ser gora Apê Mûsa piştgiriya pêvajoya aştiyê hat kirin
Di bîranînê de, rojnamevan Huseyin Akyol jî axivî û bal kişand ser pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk û wisa dirêjî da axiftinên xwe “Ev pêvajoya ku ji hêla gerîlayan ve hatiye meşandin radestî me hatiye kirin em jî wekî rojnamevan, çi ji destê me were, em ê bikin.