Fermandarê Artêşa Efxanistanê Fasihuddin Fitrat diyar kir ku di demên dawî de, hin kesan gotine ku wan bi Efxanistanê re dan û standin kirine da ku Baregeha Hewayî ya Bagramê ji nû ve bistînin.
Fasihuddin Fitrat têkildarî mijara li hevkirina li ser baregeha hewayî ya Bagramê wiha got: "Lihevkirin li ser misqalekî ji axa Efxanistanê jî ne mumkin e, em ne hewceyê vê yekê ne."
Trump bi hêrs bersiva rayedarên Efxanîstanê da û got: " Eger Efxanistan Baregeha Hewayî ya Bagramê ya ku Amerîka ava kiriye nede, wê tiştên xirab çêbibin."
Bagram, mezintirîn baregeha hewayî ya li Efxanistanê ye û piştî êrîşên 11'ê Îlona 2001'an, stûna sereke ya şerê bi pêşengiya Amerîkayê li dijî Talîbanê bû.