Li Sûdanê ji ber kolerayê 2500 kes mirin

Wezarata Tenduristiyê ya Sûdanê diyar kir ku ji ber nexweşiya Kolêrayê 2 hezar 500 kesî jiyana xwe ji dest daye û zêdetirî 100 hezar kes jî li serenserî Sûdanê bi Kolêrayê ketine û ji ber birçîbûnê jiyana 700 hezar zarok di metersiyê de ye. Her wiha ji ber şer jî, gelek navendên tenduristiyê hatin girtin û bi dehan kermendên tenduristiyê jî ji kar hatine derxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Sûdanê zêdetirî du salane şer berdewam e, ev şer bûye sedemên kirîza birçîbûnê û belevbûna nexweşiyan.

Ava ku divê bibe çavkaniya jiyanê, niha bûye çavkaniya kolêra û mirinê.

Birçîbûn û zehmetiyên din yên jiyanê wekî şeveke tarî di çavên zarokên Sûdanê de, xuya dike. 

Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê ragihand ku ji ber nexweşiya kolêrayê 2 hezar û 500 kesî jiyana xwe ji dest daye û li seranserê welêt jî zêdetirî 100 hezar kes bi nexweşiyê ketine.

 

Li Sûdanê 15 miloyan kes ji cih û warên xwe derketin

 

Her wekî din şer hîştiyê ku bi mîlyonan kes bê ava paqij bimînin û xebatên tendirustiyê jî, ji sedî 80 hatine rawestandin.

Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor destnîşan kir ku ji destpêka şerê çekdarî di nîvê nîsana 2023`an de, zêdetirî 12 milyon kes li hundir koçber bûne û zêdetirî 3 milyon kesên din jî li welatên cîran penaber bûne.

 

Ji ber birçîbûnê jiyana 700 hezar zarokan di xeteriyê de ye

 

Derbarê rewşa xeternak ya li herêmê NY hişyarî da ku ji ber kêmbûne xwarinê 2 milyon û 300 hezar zarok hewcedariya wan bi dermenkirinê heye û di nav wan de, 700 hezar jî rewşeke giran a nexweşiyan jiyan dikin.

Her wiha NY da xuyakirin ku di nava 12 milyon kesan de, 9 milyon li ser alîkariya mirovî jiyan dikin.

Her wiha desthilatdariyê bi talankirina milyaran dolar ji fonên giştî tawanbar dike.

Neteweyên Yekbûyî diyar dike ku fonên giştî ji bo avakirina dibistanan, dabînkirina xwarin, lênêrîna tendirustiyê bûn, lê ev pere ji bo van pêwistiyan nehatine bikaranîn û hatine dizîn.

 

Doktorên bêsînor 28 navendên dermankirinê girtin

 

Li Nexweşxaneya Bor, bûyerên kêmbûna xwarinê îsal du qat zêde bûne, ji ber kêmkirina karmendan û saziya 'Save the Children' neçar ma ku 180 karmendan, di nav de 15 pisporên xurekê, ji kar derxîne.

Dabînkirina dermanan li welat kêm bûye ji ber ku berê USAID nîvê hilberîna cîhanî digirt ser xwe.

Piştî ku nexweşxaneyeke Doktorên Bêsînor rastî êrîşeke hewayî hat û di encamê de, 7 kes hatin kuştin, rêxistinên mirovî neçar man ku 28 navendên darmanankirinê bigirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24