Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku daxuyaniyên Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, hewldanek eşkere ya ji bo reva ji berpirsiyariya tawanê wêdetir, tiştekî din nîne.
QSDê careke din balkişand ser çawaniya kuştina 5 jin û 2 zarokan ji aliyê çekdarên Hikûmeta Veguhêz li gundê Um Tîna yê girêdayî Dêr Hafirê li rojhilatê Helebê.
Di dawiya daxuyaniyê de, Hêzên Sûriye Demokratîk anîn ziman ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê berpirsiyarê komkujiyê ye.
QSD`ê bang li Hikûmeta Veguhêz kir ku komên xwe yên beradayî kontrol bike.