Artêşa Îsraîlê careke din derbasî gundewarê Quneyterayê bû

Artêşa Îsraîlê ketina nava navçeyên başûrê Sûriyê didomîne, careke din artêşa Îsraîlê derbasî gundewarên Quneytîra û Derayê bû û operasyonên girtin û kontrolkirinê jî pêk anîn. Piştre jî ber bi baregehên xwe yên leşkerî ve vegeriya.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku hêzeke Îsraîlê ku ji 3 wesayîtan pêk dihat, duh derbasî derdora gundewarê rojavayê Derayê bû.

SOHR`ê destnîşan kir ku leşkerên Îsraîlê, welatiyekî Sûriyê ji bajarokê Orfanyayê yê gundewarê Quneyterayê girtin, pişt re ew berdan.

Li gorî heman çavkaniyê, duh sibeha jî hêzeke Îsraîlê ketibû gundê Semdaniyê li rojhilatê gundewarê Quneyterayê û bendek kontrolê ya demkî danîbû, pişt re vekişiya.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24