Li Hesekê konferansek taybet a jinan hat lidarxistin

Jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê êdî di her qadan de, hebûna xwe îsbat dikin û rol û misiyona xwe di her saziyeke îdarî, eskerî û civakî de, dilîzin. Duh jî, ji bo jin di hemû Sûriyê de xwedî rola bin, li Bajarê Hesekê di bin navê “Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalat û demokrasiyê di Sûriyeke nenavendî û yekgirtî de.” Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya Konferanserek li dar xistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh li bajarê Hesekê yê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, jinên Kongra Star û jinên Kombûna Zenûbiyayê di bin navê “Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê di Sûriyeke nenavendî û yekgirtî de” konferansek li dar xistin.

 

Di konfernasê de zêdetirî 600 jin amade bûn

 

Di konferansê de, zêdetirî 600 jinên ji hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Suriyan, Ermen, Aşûr, Durzî, Elewî û Çerkes amade bûn û hin jinên derveyî welat bi rêya onlin beşdar bûn.

Ji bo gotûbêjkirina avakirina Sûriyeke nû ku jin di her qadê de, xwedî rol û misiyon be, ev konferans hat lidarxistin.

 

Daxwaza parastina mafê jinê di destûra Sûriyê de hat kirin

 

Konferans bi nîqaşên li ser yekhelwesta jinan li hemberî binpêkirinên li hundirê Sûriyê û mafên wan di destûrê de were misorger kirin , bi dawî bû.

 

Encamnameya konferansê ji 18 xalan pêk tê

 

Encamnameya konferansê 18 xalan li xwe digire, di nav de:

Banga lidarxistina konferanseke berfireh ji bo hemû jinên Sûriyê hatiye kirin, ew jî bi armanca mafê jinan di destûrê de bê misogerkirin.

 

Avakirina Sûriyeke demokrat û nenavendî yek ji daxwazaên jinan bû

 

Her wiha daxwaza avakirina Sûriyeke demokrat û nenavendî hatiye kirin ku tê de mafê tevahiya pêkhateyan wekhev parastî be.

 

"Rêjeya jinan di sazî û postên serokatiyê de 50% be"

 

Jinên ku li Hesekê gihiştin hev, di encamnameya konferansa xwe de ev yek jî, destnîşan kirin ku divê rêjeya jinan di hemû saziyên hikûmetê û postên serokatiyê de, ji sedî 50 kêmtir nebe.

Di heman demê de jî, tedbîrên bi bandor ji bo parastina siyasetmedar û rêberên jin ji kampanyayên medyayê yên organîzekirî, werin girtin.

 

Piştgiriya vegera koçberên Efrîn û Serê Kaniyê hat kirin

 

Jinên ku li Hesekê civiyan, piştgirya xwe ji bo vegera koçberên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî bo nav bajarên wan nîşan dan û bal kişandin ser giringiya hêzên parastina jinan û rola wan a bi badnor di parastina civakê de.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24