Li hola Iştar a bajarê Reqayê Komxebata Siyasî ya Şehba bi dirûşmeya " Veger maf e, nayê jibîrkirin û dev jê nayê berdan" hatibû lidarxistin, encamnameya komxebatê hate eşkerekirin.
Di komxebatê de Nûnerên ji herêmên El Bab, Ezaz, Cerablus, Til Eran, Til Hasil û Minbicê, her wiha kesayet û saziyên siyasî û civaka sivîl ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bibûn.
Komxebat bi hejmarek pêşniyaran bi dawî bû.
Hin xalên encamnameya komxebatê wiha ne:
1. Mafê vegera xelkên Şehbayê bo deverên wan mafekî ku bi demê re nayê jibîrkirin.
2. Piştgiriya peymana 10’ê Adarê ya di navbera serokê hikûmeta veguhêz, bi taybetî xala têkildarî mijara koçberan û misogerkirina vegera wan a ewle.
3. Em her projeyên ku armanc dikin demografiya herêmê bigûherînin, an jî hewl didin nexşeyên civakên Sûriyeyê ji nû ve xêz bikin da ku xizmeta ajendayên herêmî bikin, red dikin.
4. Bang li hikûmeta veguhêz hate kirin ku bi naskirina eşkere ya mafê vegera ewle, derxistina qanûnek ku vegera milkan garantî dike.
5.Her wiha bang li Rêveberiya Xweser hate kirin ku berpirsiyariya koçberên ji herêma Şehbayê bigire ser xwe, wan di warê siyasî û ragihandinê temsîl bike.
6. Bazirganî di mijara koçberan de di nakokiyên mezhebî de red dikin, ji ber koçber hewceyî edaleta rastîn in û cihê wan ê xwezayî di Sûriya nû de ye.
Divê komîteyeke şopandinê ya daîmî were avakirin
7. Avakirina komîteyeke şopandinê ya daîmî ji bo bicîhanîna encamên Komxebata Şehba, erka wê ev be:
* Ji bo vegera koçberan nexşerêyek çêbike û bi têkiliyê bo rayedarên peywendîdar re bike.
* Binpêkirinan belge bike û wan pêşkêşî saziyên hiqûqî yên navneteweyî û herêmî bike.
* Ji bo misogerkirina piştgiriya siyasî, medyayî û hiqûqî ji bo vê pirsgirêkê bi saziyên neteweyî û navneteweyî re têkiliyê bike.