Şandeya Îmraliyê: Belgeyên hatine belavkirin dûrî rastiyê ne

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê li ser hin nîşeyên dawiyê li ser navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di medya dijîtal de tên belav kirin daxuyaniyek da. Şandeya DEM Partî: Ev nîşeyên tên belav kirin tu têkiliya wan bi rastiyê re tuneye, naveroka van li derve hatiye zêdekirin û manîpûlekirin. Divê raya giştî derveyê belgeyên ji aliyên aliyên eleqedar ve tên parvekirin baweriya xwe neynin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) girêdayî hin îdiayên li ser hevdîtin û nêrinên Rêberê Gelê Kurd ku demên dawiyê de li ser medya dijîtal hatiye parvekirin daxuyaniyek da.

Şandeya Îmraliyê îdayên hatine parvekirin derewand û got:

“Wekî ku me berê di daxuyaniya xwe ya 14’ê Tîrmeha 2025’an de diyar kiribû, hin ‘nîşeyên hevdîtinê' ku wekî bi Birêz Abdullah Ocalan re hatine kirin û di demên dawî de li ser medyaya dîjîtal tên belavkirin dûrî rastiyê ne.

Bi taybetî gotinên der barê hin kesayetan lê hatine zêdekirin û nêrînên Birêz Ocalan hatiye berovajîkirin.”

 

`Armanca hewildanên heyî xirakirina zemîna çareseriyê ye`

 

Şandeya Îmraliyê armancê hewildanên heyî wiha şîrove kir:

 

“Em baş dizanin ku hewildanên bi vî rengî armanc dike Birêz Ocalan û zemîna çareserî û diyalogê xera bike.

Belavkirina van naverokan operasyoneke ji bo xapandina raya giştî ye, em ji raya giştî re daxwaz dikin ku li hember hewldanên bi vî rengî yên provokatîf hişyar bin.”

Şandeyê di dawî de bang li raya giştî kir ku derveyê belge, nîşe yan jî agahdariya fermî yên ku ji hêla Şandeya Îmraliyê, malbat û parêzerên ku Birêz Ocalan re hatibin parvekirin, ti belgeyan ji xwe re esas negrin.``

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24