Newroz aslan: Rewşa Zimanê Kurdî dê rewşa pêvajoyê diyar bike

Der barê roja zimanê Kurdî û girêdana ziman bi pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyê de, Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî. Newroz Uysal got, "Em ji qonaxa ku axaftina bi Kurdî dibû sedema cezayê, hatine roja îro û daxwaza statuyê dikin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji sala 1932`an ve û heta niha, di 15`ê gulanê de ji her salê li her derê roja zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Vê salê jî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nava atmosfera çareseriya pirsgirêka Kurd de, ev roj hate pêşwazîkirin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, der barê roja zimanê Kurdî de ji ANFê re axivî û wiha got:

"Zimanê Kurdî ne tenê zimanekî dan û standinê ye, rewşa ku zimanê gelê Kurd dê bi dest bixe, dê rewşa pêvajoyê jî diyar bike."

Newroz Aslan diyar kir ku Cejna Zimanê Kurdî ne tenê rojeke pîrozbahiyê ye, di heman demê de sembola nasname û têkoşîna mafên gelê Kurd e.

Newroz Aslan di berdewamiya axaftina xwe de jî tekez kir ku pirsgirêka zimên, yek ji mijarên bingehîn ên pêvajoya çareseriyê ye, û ev peyam da:

"Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî mirovî yê gerdûnî ye.

Yek ji bendewariya gel a bingehîn ev e."

Newroz Aslan ragihand ku ji bo rakirina astengiyên li pêş zimanê Kurdî, wan gelek pêşniyarname pêşkêşî meclisê kirine û ev nirxandin kir.

"Me ji bo misogerkirina bikaranîna Kurdî di pêvajoyên lêpirsîn û darizandinê de jî pêşnûmeqanûn pêşkêş kirine.

Tevî zêdetirî sedsalekê ji polîtîkayên qedexe û asîmîlasyonê jî, gelê Kurd têkoşîna xwe ya ji bo zimanê xwe didomîne.

Em ji qonaxa ku axaftina bi Kurdî dibû sedema cezayê hatine roja îro û daxwaza statuyê dikin.

Newroz Aslan, anî ziman ku gavên sînorkirî yên ku AKP’ê ji bo ziman ew avêtine, wekî qenciyekê tên nîşandan û wiha berdewamî da axaftina xwe:

"TRT Kurdî û dersên bijartî yên Kurdî li dibistanan, mafên bingehîn ên gel in.

Kurdî hîn jî di tomarên Meclisê de tê sansûrkirin.

Nêzîkatiya înkarker a li hemberî zimanê Kurdî berdewam dike.

Heta ku hûn zimanê Kurdî nas nekin, hûn Kurdan bê statu dihêlin."

Di dawiya axaftina xwe de, Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Aslan, ev peyam da:

“Aştiyeke rastîn bi Kurdan re tenê bi naskirina zimanê wan ê dayikê pêkan e.

Divê bendên Destûra Bingehîn ên ku perwerdehiya bi zimanê dayikê asteng dikin, werin guhertin.

Zimanê Kurdî di perwerdehiyê, qada giştî û saziyên fermî de jî were misogerkirin.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye