Amerîkayê berpirsekî Hizbullaha Îraqê girt

Amerîkayê ragihand ku berpirsekî payebilind ê koma çekdar a Ketîbeyên Hizbullaha Îraqê ya nêzîkî Îranê, hatiye girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 Amerîkayê li dijî Hizbullaha Îraqê operasyoneke nû ragihand.

Wezareta Dadê ya Amerîkayê ragihand ku berpirsekî payebilind ê koma çekdar a Ketîbeyên Hizbullaha Îraqê ya nêzîkî Îranê hatiye girtin.

Dozgerê Giştî yê Herêma Başûr a New Yorkê Jay Clayton, di daxuyaniya xwe de ev agahî da:

“Welatiyekî Îraqî bi navê Mihemed Baqir Seed Dawûd Seedî, hate girtin.

Ev kes di gelek êrîşên li dijî berjewendiyên Amerîkayê, li Ewropayê de cih girtiye.

Sûcdar niha li Amerîkayê ye û bi 6 tawanên fermî yên ku girêdayî çalakiyên ‘terorîstî’ ne, dê were darizandin.

Hêjayî gotinê ye, ku Mihemed Baqir Seed Dawûd Seedî, endamekî payebilind ê koma çekdar a Ketîbeyên Hizbullaha Îraqî ye.

Tawanê sereke yê ku li ser wî hatiye barkirin, pêşkêşkirina piştgiriya diravî ji bo rêxistineke biyanî ye.

Di heman demê de, ew bi organîzekirin û piştgirtina nêzîkî 20 êrîşên li Ewropa û Amerîkayê tê sûcdar kirin, ku di nav wan de hewldanên kuştina kesên li ser xaka Amerîkayê jî hene.

Artêşa Îsraîlê fermandarê baskê leşkerî yê Hemasê hedef girt

Li aliyekî din jî, Artêşa Îsraîlê ragihand ku îro di êrîşeke asmanî li Xezeyê de, fermandarê baskê leşkerî yê Tevgera Hemasê Îzedîn El Hedad kiriye armanc.

Artêşê der barê bûyerê de wiha got:

"Bi fermana Serokwezîr Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Israel Katz, artêşa Îsraîlê li Xezeyê êrîşeke hewayî li dijî terorîstê xeternak Îzedîn El Hedad pêk anî.

Îzedîn El Hedad fermandarê baskê leşkerî yê Hemasê bû û yek ji mîmarên sereke yên ku komkujiya 7ˊê Cotmeha 2023ˊyan pêk anî ye.

Hemasê kuştina fermandarekî xwe piştrast kir

Rayedarên payebilind ên Hemasê jî bi daxuyaniyekê kuştina fermandarê xwe yê baskê leşkerî Îzedîn El Hedad piştrast kir, ku di êrîşekê de li bajarê Xezeyê hatiye kuştin.

Şahidan jî diyar kir ku ji mizgeftên bakurê Xezeyê "şehadeta El Hedad" hat ragihandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye