Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamaney derbarê zextên Emerîkayê yên li ser ûranyumê di 36. salvegera koça dawî ya Xumeynî de peyamek pêşkêş kir.
Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamaney diyar kir ku pêşniyara nukleerî ya Emerîka li dijî serweriya me ya niştîmaniyê ye, Emerîka dê nikaribe bernameya me ya nukleerî lewaz bike.
Elî Xamaney destnîşan kir ku bernameya nukleerî ya bêyî dewlemendkirina ûranyumê dê bê sûd be. Her wiha got ku Îran ne li benda gulopa kesk ji dewletên yekbûyî ye da ku biryarên xwe bide.
Mijara dewlemendkirina ûranyumê wekî xaleke nakokiyan di danûstendinên di navbera Emerîka û Îranê de didome. Bi taybetî jî di rojên dawiyê de Emerîka dijî Îranê gelek zext dike. Bi taybet jî serokê Emerîkayê Donald Trump ragihand ku nabe Îran bibe xwedî ûrayum û eger Îran di karê xwe de dewam bike, wê bacek giran bide, tehdît kiribû.
Sîval Revê