Karsazê navdar ê cîhanê Elon Musk duh êvarê di postekê de li ser malpera xwe ya X’ê eşkere kir ku SpaceX dê îsal dahatên ku bi qasî 15.5 mîlyar dolarî têne texmîn kirin, eşkere kir. Ev nîşaneyeke nû ji bo serkeftina wê ya li bazara fezaya bazirganiyê ye.
Musk got ku dahatên şîrketê ji çalakiyên xwe yên fezayê yên bazirganî payîn dike ku sala bê dikarin ji budceya NASA’yê ku niha 1.1 mîlyar dolar e, derbas bibin.
SpaceX bi riya projeyên mezin ên wekî şandina mîsyonan ji bo fezayê û dabînkirina karûbarên înternêtê yên satelîtê, hebûna xwe ya cîhanî xurt dike ku ew ji bo ajansên mezin jî dibe amûreke bihêz.
Medya Xalid