Li Tirkiyê karmend ji bo hişyarî bidin rojek dev ji kar berdidin

Li Tirkiyê sendîkayên karmend îro ji bo hişyarî dayînê rojekî dev ji kar berdidin û dibêjin heke rêjeya zêdekirinê neyê sererast kirin û li gor pêwîstiyên karmendan nebe dê biçin greva giştî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

   Konfederasyona sendîkayên karmendan teklîfên hikumetê ya sala 2026-2027’an gelekî kêm dibînin.

 Rexmî ku hewldana Ii ser masê çareserkirinê çêbû jî hikumet rêjeya teklîfa xwe dîsa jî di bin rêjeya enflasyonê de girt.

 

    Ji ber vê yekê di pêşengiya Memur-Sen û KESK’ê de îro karmend ji bo rojekî dev ji kar berdidin. Heke pêşniyarên wan neyê qebûl kirin wê biçin greva giştî.

 Hikumet di masaya li hev kirinê de teklîfa xwe ya ewil 12’ê Tebaxê kir.

   Li gor vî teklîfa hikumetê ji bo 6 mehên destpêkê ya 2026’an rêjeya zêdekirinê  %10, ji bo 6 mehen dawî jî %6 bû. 

 Lê li gor daneyên fermi yê meha Tîrmehê rêjeya enflansyonê ji bo sale bû %33,5.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24