Li Til Hemîsê êrîşê bendeke kontrolê ya asayîşê hate kirin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku li Til Hemîsê çekdaran êrîşî bendeke wan ya kontrolê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

  Di derbarê êrîşê de Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek da.

 

  Femandariyê di daxuyaniya de dest nîşan kir ku çekdaran êrîşî bendeke hêzên wan a li gundê Becariyê yê Til Hemîsê kiriye.

  Her wiha di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku çekdaran bi guleyên RBGˊê ji derdora gund ve avêtine benda kontrolê û li nêzî bendê ketine. Lê tu endamên hêza wan birîndar nebûne. 

  Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqez kir ku wê erkên xwe yên parastina şêniyan, ewlehî û aramiya herêmê bidomînin.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24