QSD`ê nasnameya sê şervanên xwe eşkere kir

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê bi daxuyaniyekê nasnameya sê Şervanên xwe Bextyar Dirbêsiyê, Ehmed Reşo Hesî û Sîpan Cuma eşkere kir. QSD`ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina xeta şehîdan heta pêkanîna xeyalên wan dan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê bi daxuyaniyekê nasnameya sê şervanên xwe yên ku di cih û dîrokên cuda de şehîd bûne eşkere kir.


Hêzên Sûriya Demokratîk di daxuyaniya xwe de got:" Hevrêyên me Bextyar, Ehmed û Sîpan dema li ser erka xwe bûn di rewşên cuda de gihêştin asta şehadetê."


QSD`ê diyar kir ku hevrêyên wan dema li ser erka xwe ya ji bo parastina herêmê û ewlehiya gel bûn Şehîd ketin.


Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ye:

Nasnav Bextyar Dirbêsiyê nav û paşnav Ehmed Ebdulbaqî Mihemed ku ji bajarê Dirbêsiyê ye, di 4`ê kanûna 2025`an de di êrîşa DAIŞ`ê ya li Dêrazorê de Şehîd bû.


Nasnav Ehmed Reşo Hesî nav û paşnav Ehmed Reşo Hesî ku ji bajarê Kobanê ye, di 9`ê kanûna 2025`an de di encama nexweşiyek demdirêj de li Dêrazorê Şehîd bû.


Nasnav Sîpan Cuma nav û paşnav Sîpan Hemze Cuma ku ji Tirbespiyê ye, di 9`ê kanûna 2025`an de di encama qezayekê de li Girkê Legê Şehîd bû.


QSD`ê di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina xeta şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye