Li dijî biryara ku ji bo CHP'ê hatiye dayîn muxalefeta Tirkiyê bûyek û bertek nîşan dan.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, bi daxuyaniyekê li ser hesabê X'ê ev peyam da:
"Ev biryar hewldaneke ji bo paşguhkirina îradeya demokratîk û tercîha siyasî ya bi milyonan hilbijêran bi rêya dadweriyê.
Ev biryar ne tenê destwerdanek li ser CHP'ê ye.
Hatîmogullari: Ev meseleya demokratîkbûna Tirkiyê ye
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî di daxuyaniya xwe de got:
"Dîzayînkirina partiya muxalefeta sereke bi biryarên dadgehê rawestandina demokrasiyê ye.
Hiqûq nikare wekî amûrek ji bo ji nû ve avakirina qada siyasî û şekildana muxalefetê were bikaranîn."
Erbakan: Çareseriya vê pirsgirêkê hilbijartin e
Serokê Partiya Refah Fatîh Erbakan jî li dijî vê biryarê bal kişand li ser vîna gel.
"Di demokrasiyan de, çareserî û desthilatdariya biryardanê milet e, ne dadgeh e.
Dereng nemînin, sindoqa xwe biguherînin, bila milet biryara dawî bide!"
Babacan: Dadwerî nikare bibe amûrek ji bo şekildana siyasetan
Serokê Partiya DEVA Elî Babacan jî piştî civîna Lijneya Serokatiyê ya partiya xwe der barê biryara betalkirina mutleq de ev daxuyanî da:
Arikan: Nelihevkirina partiyên siyasî derbeyan li demokrasiya me dide
Serokê Partiya Saadetê Mahmut Arikan jî wiha got:
"Di dîroka siyasî ya Tirkiyê de, pêşeroja siyaset û partiyên siyasî her tim ji hêla 'wijdan' û 'îradeya milet' ve hatiye destnîşankirin.
Neewlehîkirina partiyên siyasî bi rêya dadweriyê dê birînên bêçare li demokrasiya me bide.”
Dervîşoglu: Biryar li dijî vîna gel e
Serokê Partiya İYİ Musavat Dervîşoglu diyarkir ku ew bi tevahî li dijî her cûre destwerdanên nedemokratîk ên li dijî îradeya milet in.
Bahçelî: Divê her du serok fedekariyên pêwîst bikin
Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî jî peyamên hevpariyê dan.
"Di rewşeke ku em bi zengila êgir dorpêçkirî ne û di heman demê de di pêvajoyaTirkiye yaku bêteror de, pêwîst e ku bi rêya CHP’ê firsend nedin hewldanên ku tevgera civakî bi rê ve bibin.
"Daxwaza me ew e ku her du serok li şûna ku girse çêkin û , werin ba hev û li ser esasê berjewendiyên CHP'ê bi fedakariyên pêwîst di çarçoveya yasa, rêziknameya partiyê û biryara dadgehê de rêyeke hevpar bibînin."
TÎP: Em vê biryarê nas nakin
Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) ragihand ku ew biryarê nas nake û diyar kir ku bi rêya dadweriyê mudaxele li partiya sereke ya muxalefetê tê kirin
HDK: Ev biryar desteserkirina îrada gel e
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di daxuyaniya xwe de her wiha diyar kir,
"Wekî HDK, em li dijî desteserkirina îradeyê ne û em ê li kêleka wan kesên ku li dijî sêwirandina siyasetê bi rêya dadweriyê têkoşîna demokrasiyê dimeşînin, bisekinin."